W: Hîwer Cano
Hejmareyeka zanayan di raportekê
da ji peymangeha spehrî bo zanistan,
pêşbîniya peqîna stêra "Eta Carinah
"diken, û ev stêre ya ji erdî
dûre bi 7 . 5 salên ronahiyê.
Li dûv gotina zanayê spehrî, armîn
rêst, serperştê raporta belavbûyî
di kovara tim ya Emirîkî da, heke
ev stêra ku giraniya wê sed caran
pitire ji roja me bipeqît, dê
tîşkên gelek vebûyî jê derkevin
ku ronahiya wan pitire ji wê
ronahiya ji galaksî ya rêka kadza
hemyê derdkevît, herwesa dê
guhorînên mezin di bazne têrê wê
da rûden ku nêzîkî du milyon salên
ronahiyê ye.
Herwesa Rêst dibêjît, ku çi satên
demî yên destnîşankrî nînin bo vê
peqînê, lê hemî nîşan amajeyê
didene hindê ku her karlêkeka
navokî ya bihêz dê bîte destpêka
vê peqînê, anku dibît ev karlêke
piştî hezar salên dî jî rûnedet
yan jî dibît di çend satên bihên da
rû bidet.
Çavdêriya Spehrî, û xwandin û vekolîn
bo pêşbîniya rûdanên kartêkirin hebît
li ser extera erdî, ji aliyê
zanayan ve di berdewamin, û li
berçav wergirtina rûdanên berî
niha wekî lêkdana êk ji neyzekên
gelek mezin digel erdî berî
pitir ji 65 milyon salan, ku bibû egerê
jinavbirina dînesoran, û gelek
corên dî yên bûneweran, ewên li
nêzîkî cihê rûdanê di jiyan.
Jêder:
Http: //arabic. CNN.