Pêdiviyên zêde yên hindek welatiyan
dibine egerê têkdana karê dadgehê?
Parêzer: Aşe Ebdule
Di demê nukeda hawlatiyê me demê
karek hebît li dadgehê sebaret
karekê xwe wek mamelên xan û
beran yan kar û barên xanenşîn
kirinê yan kar û barên kefaletan
yan mamelên qerebûkirina
hawlatiyan yan kar û barên girêdayî
bi girêbesta hevjîniyê, û gelek
kar û barên dîtir yên pêdivî.
Di van kar û baran da hawlatî pêdivî
zor belgenameyan dibît bi taybet
(sure qîd), evca zur caran hawlatî
di mamela xuda pêdivî bi (sure qîd)
û girêbesta hevjîniyê dibît li
vêrê dê bêjîn ku bo asankirina kar û
barên dadgehê û sivikirina barê wê
herwesa sivikirina barê hawlatî ya
baştir ewe ku bi tinê daxwaza
(sure qîd) biken û pêdivî bi
girêbesta hevjîniyê naket çunkî
hejmara girêbestê ya aşikiraye
liser (sure qîd) ê, lê dibît endek
kigirêbest hebin ta nuke hejmara
girêbestê li ser nîne evca di vî
waletî da diruste girêbesta hevjîniyê
jî bihête daxwazkirin.
Û ji layekê dîtir ve girêbestên
hejmareka hawelatiyan li sala 1991
ê da hatbûne sotin û li dûv qanûnê
nabît girêbesteka dî bihête
dirustkirin, evca vê çendê jî çareseriyek
divêt.
Çunkî dadgehـ her di binyat da ya
hatiye danan bu xizmetkirina
hawlatiyan û rêkxistina kar û
kiryarên wan û belavkirina dadperweriyê
di navbera xelkî da û ku hawlatî
bi zûtirîn dem û bi kurtirîn û
dirust tirîn rêk bigehîte mafê xwe
yan mamela xwe bi rêve bibet, û
wekî em dizanîn rojane hejmareka
gelek mezna xelkî qesta dadgehê
diken bo bi rêvebirina kar û barên
xwe, evca çend karê dadgehê bi
asantir bi rêve biçît û çend
hawelatî yê harîkar bît dê zûtir kar
û barên wan hêne birêve birin.
evca ji bo asankirin û sivikirina
barê dadgehê û hawelatiyan ya baş
ewe cihên peywendîdar hindî
dişiyan dabît karên hawelatiyan
bihêne asankirin û bo nimûne her
mameleka pêdivî (sure qîd) û
girêbesta hevjînyê têda bît ya
baştir ewe bi tinê daxwaza (sure
qîd) ê bihête kirin çunkî wekî me
gotî hejmara girêbestê ya aşkiraye
li ser (sure qîd) ê.