Rêkên çareseriyê
li nik jin û zelaman,
ji hev
cudane
Edîba Sidqî
Di navbera jin û zilam da
ji despêkêve Feriq û
cudahiyên mezin hene, çi
ji layê nêrtin û nêzîkatiyên
jiyanê û çi ji layê hestan
û leşî ve, di nav jiyanê
da jin di çareserkirina
pirsgirêkanda rêkên
giftogoyê bi kar dînît û despêkê
dixwazît çareserî bi
zimanê diyalogê bit, lê
zilam di çareserkirina
pirsanda pitir dijwarî û
tundu tîjiyê bikar dînît.
Anku zimanê çareseriyê li
nik zilam zordarî û
dijwariye. Ji ber ku zilam
bi hêza xwe ya fîzîkî bawere,
herwesa destelatdarî bo
wî dibite hêzeka dî û
dema hat û li hemberî
pirsgirêka bê çare bû, rêka
herî asan û ya kurt ku
dişêt bikar bînit wê rêkê
didete berxwe, lê belê
ya rast jî ewe ku ev rêke
ne hêza çareserêye, belku
rêka herî xirab û ya herî
bê encam û bê mifaye, her
roj em vê rastiyê dibînin
ku çenda bê encame û ew
rêka ku zilam delbijêrt ne
rêka hêzêye belku rêka bê
hêziyê, bê çareserêye, ji
ber daxwaz û nerînên jin û
zilaman û rêkên bi kar dînin
ji hevdu cudane.
Di nav wan rêkan da hêza
jinê ne wekî ya zilame,
nerîn û daxwazên wê jî
cudane, her wesa zimanê
jinê pitir bi qankirin û
razîkirina mirovan û bi
giftogoyê dixwazit
pirsgirêkên xwe çareser
biket, ji ber ku jin
dayike dayik jî gelek bi
hestiyarî nêzîkî zarokên
xwe û deruberên xwe
dibît û giringiyê didete
bi rêka axaftinê û
danûstandinê li gel hemî
mirovan, ji ber bêjeya
jinê ne ya serdestane ku
mirovan biçûk bibînit
zalbûnê li ser wan biket û
li ser wî bingehî tundu
tîjiyê bi kar bînit ji ber
vê çendê jin dilovane û nevêt
neheqiyê li kesekî
biket. Lê li hember van
nêzkatiyên jinê ku daxwaza
êksaniyê çend hebit jî neşêt
bi timamî yê beramberî xwe
qan biket û wê hêza xwe
derêxît û bişêt di nava
jiyanê da pêk bînit, di vî
warî da lawaz dimînit. egerê
wê jî eweye ku jin hêşta
ne gehştiye wê zanebûnê
bişêt bi rengekî asan hestên
xwe daxwaz û nêrtinên xwe
bi rêk û rêbazên cora û cor
û wê hêza xwe bînte ser
ziman û di nav jiyana xwe
da bikar bînit, ji ber ji
layê bixwe bawerkirinê da
kêmanyên jinê hene di xwe
naskirin û der û berên xwe
naskirin û li gorî wê
naskirinê keftina nav
bizavê da û pêngav avêtinê
da kêmanyên jinê hene.
Ji layekî dî ve rastiya
civaka me ewe ku hêşta di
derbarê jinê da bê bawere
û wê rêkê nadet ku jin wê
hêza xwe bînte der û feriq
û cudahîn mezin dikete di
navbera jin û zilam da.
Dema rastiya civakê bi wî
rengî bit jin jî bi sanahî
neşêt hêzax we ya rast ya
dana qankirinê danite holê
û li ser wî binigehî hem
gavan neşêt pêşde pavêjit,
pirsan çarese bikit û
pitiriya caran li hember
nêzîkatiyên civakê bê care
dimînit û serê xwe ji
civakê û xêzanê û zilam ra
diçemînit.
Mafê mine wê bi qotim!
Mafperwer: Roza Akreyî
Demê
min gotiyê te jinik kuşt tu buçî di
qotî? Gut: Xudê di qoranê da maf
daye min bi qotim, boçî zû zadî
çênaket???!!!!
Peywendiya hevijîniyê peywendiyeka
giring û pîroze di ayînî da, dîsa di
yasayê da û di dab û nerîtan jî, ev
peywendiye li ser binaxê başiyê û
rêzgirtinê û di êk geheştinê û
viyanê çêdibît û ev peywendiye bi
naxê hemî jiyanê ye. Demê du kes
di bine hevjîn helbet wan maf li ser
êk heye û her êk ji wan erkên xwe jî
hene û ji mafên zelamî (Heq Elteldîb),
yan em bêjîn qutana jinê, bi
mixabinî ve dê bêjim em gelek xelet
di vî mafî da geheştîne eger em baş
hizra xwe di wê deqa qorana pîroz
da bikeyin, ewa behsa vî mafî kirî,
dê bo me diyarbît ku ev mafe ne bo
hemî zelamaye û ne bo hemî jinaye jî,
ev mafe bo wî zelamî ye yê ku bi
hemî erkên xwe radibît ku bi başî
reftarê digel hevjîna xwe biket û
çi kêmasiyan li wê nehêlît, dîsa ne
dijî wê jinê ye eva bi erkên xwe
radibît û rêzê li hevjînê xwe
digirît!! Û ev mafe ramana êşandina
jinê nadet û ji çend qunaxan pêk
dihêt, qonaxa êkê zelam dê şîreta
li hevjîna xwe ket û bo diyarket ku
ew tiştê ew diket dê jiyana wan
nexuş ket û bo demekê diyar dê
bêhna xwe lê fireh ket û bi canî dê
bêjîtê, ne dê xwe jê sil ket.
eger jinê guhê xwe nedayê dê
pişta xwe detê li demê nivistinê,
eve jî bo hindê ye da jin hizra xwe
biket û bizanît ya xeletiyekê diket
û nabît ev piştdane bo demekê dirêj
bît, yan zelam bi çît cihekê dî
binvît û eger her jinê guhê xwe
nedayê, wê demê jinê dê qotît,
belê ev qotane nabît çi şupan
bihêlît, nabît li serûçavêt wê
bidet, nabît li cihêt kujek bidet,
çênabît çi amîran bikar bînît, çunkî
ev qotane ne bo hindê ye wek bi
kurdewarî dibêjîn zelam dilê xwe
hîn ken û kerba xwe bi rêjît, belku
bo çêkirinê û parastina xêzanê ye.
Eveye rastiya qotanê di ayînê
îslamê da, ji layekê dîve yasaya
sizayan ya Îraqê qotan kiriye tawan
û siza bo danaye û li dûv kawdanan
sizayê wî hindek caran di gehîte
zîndana heta hetayî. Ev qutana ev
zelame û gelekên dî diken, ne ji
egerê ayîniye belku ji egerê wê
perwerda şaşe ewa di civakê meda
hey, dîsa ji egerê nemana
peywendiyên civakî yên pak û ji
destdana dilovaniyê ye.
Mihemed Sedîq
Di ayînê îslamê da jinê maf heye ku
serederiyeka temam di parê xwe yan
dimalê xuda biket, û jinê mafê li
ser zelamî hey ku birengekê baş wê
xudan biket û xerciyên wê bidetê û
nabît zelam zoriyê li jinê biket ku
şul biketin, herwesa zelamî mafê wê
çendê nîne parê jinê bi zorî jê
wergirît û xerc biket belê eger jina
fermanber yan ya karker pişikdariyê
digel zelamî da biket di xerciyên
malê da dê girfit û arêşên xêzanî
kêm bin.
Pisporên zanistê kumelayetî îşaretê
diden ku ji bo xwarina muçê jinê bi
şêwekê rastewxwe yan nerastewxu,
hindek zelam bi behana wê êkê ku jin
neşêt berpirsiyariya xerckirina
diravî yan birêvebirina karubarên
malê bistoyê xweve bigirin, yan jî
bi hêceta ku jin diçîte karî û
dizivirîte malê ya westiyay, yan jî
bi behana wê çendê ku ya şer`î nîne
jin biçîte bazarî bo kirîna kel û
pela û dabînkirina pêtiviyên rojane
yên xêzanê, zelam muçê wan jê
werdigirin û dibêjinê her tiştê tu
pêdivî bû ez dê bote înim û dê
lişûna te pêtiviyên te dabîn kem,
anku zelam wesa bo xwe dirust diket
ku ew ji jina pitir dişên
berpirsiyariya xêzanê yan malê bi
stoyê xweve bigirin û ji jinê pitir
maf heye ku muçê wan xerc biken.
Ev hemî karên zelamî bo dest bi
serda girtina muçê jinê wesa diken
ku hevjîna wî hizir biket zelamê wê
wê tepeser diket yan wê di şkênît.
Vekulîneka zanistê kumelayetî ku
zankoya (Amhêrst) li wîlayeta
Masaşustin ya Emerîkî encam day,
zêdebuna mûçê jinê bi kêmbûna karê
malê ve girêdet û diyar diket ku her
demê mûçê jinê zêdebû yan bilindbû
karê wê di nav malê da kêm dibît.
Li ser vî binyatî jî hindek vekoler
tekest diken ku li ser jinê pêtiviye
ewa li mal ji egerê karî ji dest
didet yan neşêt bicih bînit pêdiviye
birêka harîkarîkirina zelamî
bizivrînte ve, anku li ser jinê fere
di xerciyên malê da harkariyê biket
jibo qerebûkirina wî karê ku ew
neşêt li mal bicih bînît sereray wê
çendê ku zelam berpirsê êkê ye ji
xerciya û dabînkirina pêtiviyên malê,
belê ayînê îslamê rê nadet ku zelam
bê razî bûna hevjîna xwe mûçê wê jê
wergirît û bixut, jiber ku standina
her tiştekî ji her kesekî û
bêhezkirina wî dest bi serda girtine,
dest bi serdagirtin jî bo her karekî
û her tiştekî herame bo wî kesê dest
bi ser wî tiştî da digirît zor cara,
mûçê jinê dergeheke bu wê ku ji
qeyirebûn û neşûkirinê qortal bibît,
gelek halet jî hene ku zelam
dixwazin jineka xudan kar yan xudan
mûçe bînin daku harîkariya wî di
xerciyên malê da biketin, gelek
caran jî ew fermanberên mûçê wan
dikêm çi rêkên dî nînin jibilî
sehkene kesekê ku bibîte hevjîna wî
û ji layê darayî jî ve harîkariya wî
biket jibo avakirina xêzanekê.
herwesa pisporên zanistê kumelayetî
tekest diken ku muçê jinê êk ji
giringtirîn hokarên peydabûna
duberekî û arîşaye di navbera xêzanê
yan di navbera jin û zelaman da
jiber ku gelek caran jin naxwazît
mûçê xwe bikete di nav muçê zelamî
da bo xerciyên malê, çinku jinê
divêt parê wê yê cudabît ku
carubaran hisab biketin û gelek
caran jî bo zelamî diyar biket ku ew
jî xudan pareye û zor cara jî dibîte
nav bo jinê ku ew ji zelamî
dewlemend tire, ku eve jî keramet û
kesayetiya zelamî birîndar diket û
dibîte egerê peydabuna girfit û
arêşa di xêzanê da heta digehîte
astê berdanê, gelek caran jî ji
egerê vê reftara jinê alozî û
givaştinên derûnî bo zelamî peyda
dibin.
Lewma hindek mamostayên zanistê
komelayetî dibêjin jiyana hevjîniyê
karekê hevpişke di navbera jin û
zelamî da û pêtiviye her êk rolê xwe
bizanît û ev role jî dihemî ayînên
esmanî da hatiye diyarkirin ku eger
zelamî harîkariya hevjîna xwe di
berpirsiyaryên serekî da ji karên
malê û giringî danê bi zarokan kir
li wî demî li ser jinê jî pêtiviye
harîkariya zelamî biket di xerciyên
malê da, ya giringtir ji vê hevkarî
û harîkariya di navbera herdu ladaye
dibiyavên diravî û menewî û hemî
xizmetên dî da bi rengekî ku astê
jiyana xêzanê bihête başkirin û
xuşkirin û girfit û arêşe nemînin.
Çakûçê mêyatiyê jî
lêda!!
Meryem Esed
Ji ber ku dibêjin tiştê bi zorê ji mirovî
dihête wergirtin, ne bizorê bît lê
nazivirît, hindek caran di doza jinê da jî
mirov digehîte vî astê torebûnê, anku
dema çakûçê mêyatiyê li hesnekî det dê
çirusk ji ber çin, belku çirûskek ji wan
çirûskan agirê şoreşa jinan jî helket, ji
ber ku êdî di hindek rewşan da bi qurban
û heyran nema rêve diçît.
Weku çewa di şoreşên buhara erebî da,
ma xelkekê diviya xwe bidete kuştin, lê
wesa diyar bû ku kêr geheştiye hestî, li
destpêka şoreşa Suriya ji ber ku xelkî
wesa bawerî bi beşar hebû ku ew mirovekê
têgehştiye û rîform xwaze lê ewên li dewir
û berê wî stemkariyê û zoriyê li xelkî
diken, xelk derkefte xwenîşandanan û
diruşmên layengerî bo Beşarî digotin, lê
piştî xelk jê bêzar bû ku wî tiştek nekir
û dema axivî wekî wan û xirabtir lê kir.
Rabû gel jî hêrsên xwe nîşandan û çirûska
agir helkirina şoreşê biçakûçê zarokan teysî.
Di mijara jinê da jî wesaye, berê jinan
digot xudanê malê zilame û ji ber ku jin
wekî parçeyekî ji wê malê dihate dîtin,
xudanê wê jî zilambû û mulkê wî ye, îhana
wê biket, biqutît, bikujît, yê azade, dab
nerît û hizrên paşdemayî û yasayên ji ber
van hizran mayî piştevanî û berevanî ji
vê çendê dikirin, lê dema jinê zanî ew ne
mulke belku mirove her mirovek azad
hatiye vê dunyayê, berî her tiştekî mafê
wî yê bi azadî bijît heye. Demê kêm jî
bît, jin ji jêr ablûqeya zilam derkefit û
şiyanên xwe dîtin, ku tiştê ew diket,
dibît hindek caran zilam neşêt biket, dengê
wê jî bilind bû.
Mirov berî, anku hemî mirov, berî ku çi
nasnameyekê yan rêbazekê bo xwe helbijêrît,
nasnama wî û naskirina wî û rêbaza wî deyka
wî ye, anku nasnama mirovayetiyê mêyatiye,
evca bo çi regezê mê di malê da, di
civakê da di kar da û di siyasetê da û digelek
biyavên dî yên jiyanê da, dibîte hevwelatiya
pile dû, xwe mijara jinê li dumahiya
mijaran dihête gengeşekirin, babtên li
dor jinê li dumahiya babetan dihêne
nivêsîn, digelek dezgehan karê wê rêveberiyê
hemiyê bi jinan bi rêve diçît, lê li dema
destnîşankirina rêveberan da, li dumahiyê
jin dihêne bîra wan, hindek caran jî weku
xemil jinekê dêxne di nav da, çend
jimareya jinan zêde bît jî.
Wê rojê zilamekî bi têlefona êkê dî telefona
hevjîna xwe dikir, min pirsiyar bo çî tu
bi mobayla xwe têlefona hevjîna xwe nakê,
got ez hez dikem bizanin, ka hevjîna min
bersiva têlefona biyaniyan didet, ez
hema ji aqilê xwe derkeftim, eve çi
îhaneye, wê li pêş çavên xelkî dicerbînît,
bawerî pê nîne û bo xelkî radigehînît, ku
wî bawerî pê nîne, evca çewa li gel
dijît û çi reftaran digel diket... Cihê
pirsiyarê ye??
Anku ta vî radeyî jin biçûk kirin, û bê
guhher kirin û bê rastî kirin, ne ankoya
kuştina wê ye di civakê me da, her kes
dizanît ewê hîziyê û pîsiyê biket, eger
te wî kire di qefesekê da jî dê her
rêkekê bibînît biket, eger nebû jî, ma
eger mirov di hizra xwe da di endîşeyên
xwe da pîs bît, çi hêvî têdaye, çima hinde
çavê me li dûv wê yekê dizivirît, terkîza
me hemî li ser wê jinê ka dê çewa bikevîte
di şaştiyê da, lewma jî dema tiştên biha
jî diket, çavên me nabînin.
Rewşa jina li welatê Yemenê belku ji ya
hemî welatên dî yên erebî xirabtire,
hêşta jin bi pêçeyên reş pêçayî ne, lê
dema tewikul kereman xelata nopil wergirt,
û bê poste bû pêşrew bo şoreşa milet li
Yemenê, herkesî jinû zanî ku dengê
Azadiyê dengê jinê ye.
Em kurd milletekî mêne, welatê me mêye,
xundawendên destpêkê li devera me
hatîne perstin mêybûne, kultura me mêye,
dibît nirx û behayê mêyatiyê li nav me
bilind û ast beriz bît û ev ne kêmaniye
bo çi rekezekî dî, belku resenatiya
me didete nîşandan û belku kuratiya nûneriyetiya
me bo azadiyê tekîd diket.