W.: Warvan
Li evê dumahiyê, vekolîneka zanistî
diyar kiriye ku şiyanên mejî bo
bîranînê, hizir kirinê û têgeheştinê
li kinar 45 saliyê dest pê diken da
dikevin, ne li kinar 60 saliyê weku
taku nihu dihate hizir kirin.
Zana dibêjin; ev dîtine gelek
giringe daku gencan han bidet pitir
xema mejiyê xwe bixun û saxlemtir
ragirin, belku şiyanên wî pitir
bimînin.
Vekoler ji senterê vekolînên
epîdmyolocî û saxlemiya giştî li
Frensa û kolîca zanko Lenden,
vekolîn li ser 7.000 kesan bo demê
deh salan kirîne. Weku Deylî Mêl
dibêjit; ewan vekolîn li ser
xizmetkarên karûbarên xelkî li
Lendenê, jî 45-70 salî, kirîne.
Li evan deh salan, sê caran erkê
agehê hatiye pîvan, da şiyanên
zanînê li bîrhatinê, qebarê peyvan,
bihîstinê, û dîtinê bi pîvin.
Li zelaman, piştî 10 salan, 3.6%
hizirkirin li jiyê 45-49 salî
dakevtbû. Û li jiyê 65-70 salî 6.9%
dakevtin hebû.
Li jinkan, bo heman jî ,6.3 û 7.4%
dakevtin hebû.
Erçana Sîng-Manokis ewa serkêşiya
lêkolînê kirî got; gengeşe li ser
wextê dakevtina şiyanên mejî hebû, û
hindek lêkolan çend belgeyek
diyarkir bûn guman dikirin ku berî
60saliyê arêşe bo şiyanên mejî peyda
dibin.
Wekî Erçana gotî; evê vekolînê ev
boçûne xelet derxist. Dakevtina
şiyanên mejî, li 45-49 saliyê dest
pê diket.
Vekolînê diyarkir ku nesaxiyên weku
mejîreşiyê hewcey 23taku 30 salanin
taku diyar dibin, lê jiyaneka bi
gorey reftarên saxlem û saxlemiya
dilî, dergehin bo xwe parastinê ji
nesaxiyên mejî.
Li dor giringiya dermanan vekolînê
diyar kiriye ku derman bo wan kesan
başin, ewên nîşanên nesaxiyê zû lê
diyar dibin, anku ewên hêj zû hest
diken şiyanên wan lawazbûne. Hejî
gotinêye, vekolîneka pêştir
diyarkiriye ku nîveka ew kesên ageha
wan pîçekê têk diçit, li dumahiyê
dibine nesaxiya Elzaymer.