W: Bilind Mihemed
Perwerde di dîtina Eflaton de (
427-343 ) berî zayînî: Armanc ji
perwerdê, berhevkirina welatiyekê
baş û pêgeheştiye, welatiyê baş û
pêgeheştî jî didîtina wî de, ew kese
yê şiyanên wî di hevseng, û xwedî
rewşt bit û wêrek û dadperwer bit,
ku dikomara xwe de welatiyan li ser
sê pişkan li dûv şiyanên wan parve
dikit. Ew jî, çîna pîşesazan, çîna
cengaweran û çîna feylesofan. Yên
dumahiyê jî ewin ku erkê wane
hukmetê araste bikin û pêdiviye jî
perwerdeya wan baştirîn corên
perwerdeyê bit.
Perwerde didîtina Ersto de: Welatiyê
qenc û ronakbîr, ew mirovekê azade,
da ku mirov yê azad bit, pêdiviye du
erik bicihên ewjî: Êk siyasiye û yê
dî aboriye. Ji layê siyasiye,
pêdiviye mirovî şiyan hebin çekî
helgirt û dengê xwe bidit û karên
giştî werbigirt. Ji layê aborî ve jî,
pêdiye li ser mirovê azad, karên
kesên giştî encam nedit. Perwerde ku
gel siruştê mirovê azad di guncit,
perwerdeya azade û armanca berçav jê
ewe çandina jîriye, madem hizir û
jîr ew sexletin yên mirovî ji
candarên dî cuda dikin. Heker me
perwerdeyeka azad bi kesekî bexşî,
ne tinê ew dê bite welatiyekê baş û
ronakbîr, belku dê mezintirîn armanc
dijiyanê de bidestve înit, ku ew jî
bexteweriye.
Perwerde didîtina Koltliyanê Romanî
de (100-35 z): Armanca perwerdê
berhevkirina welatiyekê ronakbîre,
saxletên welatiyê ronakbîr jî, ewin
ku dijiyê gencatiyê de xwedî bawerî
û wêrekî û rewşt bit û rêzê li
xudavendan bigirt û xwerskên derûnî
hevsar dit û kubar diyar kit û
dadperwer û zana bit. Perwerde li
nik romaniyan rêkek bû bo
berhevkirina welatiyekî ku şiyanên
wergirtina kargêriyeka serkeftî di
biyavê karubarên medenî de hebin.
Koltliyan dîtina romaniyan berçav
dikit û dibêjit: Armanc ji perwerdê
berhevkirina gotarbêjekê zîreke,
êkem saxletê mirovê baş jî, başbûna
tuxmê wiye, ji ber hindê em dixwazîn
ku wî behreya axiftinê hebit, bi
mercekî ku xwedî rewşt bit, çunku
gutarbêj û ronakbîr ew kese yê dişêt
hukmetê araste bikit û şîretên
pêdivî pê bibexşit. Ev saxlet û
şiyane jî tinê li nik ronakbîr û
gotarbêjan hene.
Perwerde didîtina Cun Diyo de (
(1925 -1850): Li sedê bîstê boçonên
feylesofê navdar Cun Diyo derbarey
perwerdeya pêşkeftinxwaz gelek
belavbûn. Di pertûka xwe de ya
binavê "Xwandingehـ û Civak "de wisa
dibînit ku perwerdeya pêşkeftinxwaz
ew perwerdeya rasteqîneye û armancên
rasteqîne jî yên perwerdê divêt ji
jîwarî û ji diyardeyên bizava normal
bihêne wergirtin.
Cun Diyo dibêjit: Zaro fêr nabit,
tinê heker wî pirsiyarek hebit, dê
lêgeriyanê kit û rêkên guncay û
harîkar dê bînit da bersivê bizanit
. Hosa Cun Diyo dibînit ku
perwerdeya rast û dirust li ser
binyatê lêkxişandinê di navbera kesî
û jîwarê wî deye û ev lêkxişandine
dibite sedem bo hindê ku mirov tûşî
arîşeyan bibit û bo nehêlana wan jî
lêgeriyanê li çareseriyan bikit.
Perwerde didîtina Kilabarîd de:
Pêdiviye sîstemê navxoyî cihê
sîstemê derekî begirt.
Perwerde didîtina Mintsorî de:
Armanca me ew rijême ya ku berhemekî
bo bizavan bidestve binit, ne ew
rijême ya ku berhemê wê bêdengî û
mitbûn û neviyan bit .
Perwerde didîtina Kirştinirê Elmanî
de: Li xwandingehekê û di nav rêzekê
de yên kuran, ku li ser mîtodên
tiyorî birêve diçit û rêzeka dî ku
xwêndkarên wê keç bin, dê delîveyê
dine zaroyan ku helbijartinê di
navbera pertûk û mişar û meqesê da
bikin, yan jî waneyeka çandinê û
zanistên saxlemiya xwarinê û
waneyeka dî ku peywendî bi baxçeyî
ve hebit. Dê bînîn ku 90% -ê ji
xwêndkaran dê çine ji derve û
berhevî waneya baxçey bin, ku eve
revîne ji keşê holê û seqayê wê û
hestkirine jî bi çalakbûnê.
Perwerde didîtina Cun Lok de (1704
-1632): Cun di boçonên xwe de
diyarkiriye ku erkê perwerdê ne ewe
harîkariya zaroyan bikit ser dana
çend pêzanînan li dor babetekê
destnîşankirî, belku erkê wê ewe
mejiyê wan bo zanînê vekit.
Perwerde didîtina Can Cak Roso de
(1712 -1778): Li sedê hejdê xwediyên
rêbaza xurstî peydabûn û li ser
lîstê jî feylesofê navdar Can Cak
Roso bû ku xwastin zaro azadiya xwe
werbigirt û çu berbend li ber nehêne
danan û ji wan jî mîtodên xwandinê.
Roso dixwast ku zaro bihête
azadkirin û derfet bo bihête dan li
gel xurstî bijît ku ew jî baştirîn
perwerdekare. Roso digot: Armanca
min peydakirina mejiyekê têr zanîne,
belê divêt bizanîn dê çawa bi
destxwe hînîn.
Perwerde didîtina Kundirsiye de
(1743 -1794) ku êk ji nivîserên
şoreşa Frensiye: Divêt perwerde
delîveyê bo her mirovekî peyda bikit
ku bexteweriya xwe têra bibînit û
mafên xwe bizanit.
Paşî geşekirina takî weku geşeyeka
civakî retkit û dibêjit: Divêt
perwerde takî bi şiyan bêxt ku
geşeyê bêxite behreyên xwe, harîkar
jî bit ku bi erkên xwe yên civakî
rabit ewên werar û şiyanan jê
dixwazin. Her wisa pêdiviye handana
wekheviyê di navbera xelkî de bikit.
Her ev çende bicih hat, dê
perwerdeya siyasiya qanon di sepînit
bicih hêt.
Perwerde didîtina Bistalotzî û
Firobil de: Bistalotzî û Firobil
tekeziyê li ser wê çendê dikin ku
perwerde divêt ya armancber bit
çaksaziyê birêka werara behreyên
takî bikit. Divê barê de Bistalonzî
dibêjit: Armanca here bilind ya
perwerdê ne ewe bigehte gopîtkê di
karubarên xwandinê de, belku merem
pê çaksaziya jiyanêye, û nabit tinê
bo wergirtina hindek fermanên kore
bit, weku milkeçiya rehayî bo
tiştekî, belê merem pê berhevkirine
bo jiyaneka serbexo.
Firobil ji layê xweve wisa didît ku
perwerde berhemhênera mirovên azad û
xwedî hizrin û piştbestinê bi xwe
dikin. Ev çende jî wisa didît ku
birêka werarkirina siruştiya zaroyî
dihête pêş.
Perwerde didîtina Hirbirt Sibinsir
(1903 -1820) de: Ev feylesofê
îngilîzî dibêjit ku merem ji
perwerdeyê xwe berhevkirineke ji bo
jiyaneka kamlane û divan xalan de di
dîtina xwe diyar dikir:
Êk: Berî her tiştî divêt perwerde
takî fêrket ka çawan hebûn û derûnê
xwe bi parêzit.
Du: Divêt perwerde bibite dergehê
jiyarê.
Sê: Perwerde divêt harîkar bit bo
parastina regezê mirovî û bi hunerê
çavdêrî û xwedankirina zaroyî rabit.
Çar: Takî bo wergirtina erkên civakî
û siyasî berhev bikit.
Pênc: Pêdiviye harîkar bit bo takî
ku xweşiyê ji keltorê rewşenbîriyê
mirovî ji huner û wêjeyê werbigirt.