Zêrevan Doskî
Çandin bi taybet rûyek û keskatî,
daristan û xwudankirina ajelî
pêkhateyên herî giring yên
jîngehêne û hevsengiya jînegehê
bi awayekê serekî bi van pêkhateyan
dihête parastin. Kurdistanê jîngeheka
çandinê ya berfire heye, herçende
û mixabin çi siyasetên çandinê yên
pilankirî û rêk û pêk li Kurdistanê
nînin bo mifa wergirtina ji jîngeha
me ya zengîn.
Lê bi xweşhalî ve çendîn komele
û rêkxirawên çandinê niha li
Kurdistanê hene û bizavê diken bo
pêşvebirina kertê çandinê li herêmê
û harîkarîkirina cotyaran. Yek ji
wana komela Etrîş ya şîrtkariyên
çandinê ye û bo aşna bûna li ser
armanc û kar û bizavên vê komelê
me ev raporte berhevkiriye.
Komela Etrîş ya şîretkariyên
çandinê li 25/8/ 2010 hatiye damezirandin
û ji armancên wê ewe ku bikarît
xizmeta çandinê û cotyarên deverê
biket, herwesa yek ji armancên
wan yên din ewe ku bizavê biken
bo bilindkirina astê hoşyariya
çandinê li dev cotyaran û
zanistîkirina karê wan yê çandinê bo
zêdekirina berhemê wan.
Li du pirseka me ka ev komele
ta niha şiyaye çi biket û çi
bizavkiriye bo bicihînana armancên
xwe. Rêveberê komela navbirî
(Lezgîn Etrûşî) da zanîn: Wan li
destpêkê kar bo wê yekê kiriye ku
astê endamên komela xwe bilind
biken bi rêya pişkdarîkirina wan di
xul û workşopên cuda da, weku
pişkdarîkirina di workşopên tîmê emrîkî
yê avedankirina parêzgeha Nînawa
PRTda.
Herwesa rêveberê komelê diyar
kir jî ku ew şiyane di maweyê
kurt yê jiyê komela xwe da
harîkariya gelek cotyarên devera
Şîxan biken bi şiyanên xwe yên
taybet û herwesa bi hevkariya
sazî û rêkxirawên dî weku:
1 . Dabînkirina çendîn xaniyên
çandinê (pilasitîkî) bo cotyarên deverê
û şîretkariyên pêdivî jî gehandîne
wan cotyaran bo zanîna berhemînana
berhemên çandinê divan xaniyan da
û rahênan û aşnakirina wan bi vî
şêwazê çandinê.
2 . Herwesa ev komele dîsa bi
hevkariya tîmê Emrîkî PRT dehan
serên pezî digel sedan guniyên
alfî li ser cotyarên deverê belav
kirin.
3 . Komela Etrîş şiyaye hejmara
1250 mirîşkan li ser 50 xêzanên deverê
belav biket digel alfê wan.
Herdîsa di warê pêgehandin û
zanistîkirina karê cotyarên deverê
serokê komela Etrîş (Lezgîn Etrûşî)
da diyarkirin: Ku ewan bi rêya
diktor û endaziyarên çandinê dehan
simînarên şîretkarî bo cotyarên deverê
rêkxisitîne weku şîretên
xwudankirina ajelan û rêkên nûyên
berhemên giyanewerî û peydakirina
bazarê firotina wan. Ji aliyekê dî
ve paldana cotyaran bo saxkirin û
çandina zeviyên çandinê û bi
baştirîn şêwaz mifayî ji jînghe û
daristana deverê wergirin, herwesa
yek ji armancên dî yên van
simînaran eve bûye ka dê çawa hemû
endamên xêzanê pêkve kar ken bo
zêdekirina berhemê çandinê û ajelî
û dîsa aşnakirina cotyaran bi alavên
nû yên çandinê û çawaniya bi kar
înana wan.
Li dawiyê rêveberê komela Etrîş
giringiya jîngeha çandinê li
Kurdistanê da diyarkirin ku
dişiyandaye mifayên aboriyên mezin
di warê çandinê da ji jîngeha
Kurdistanê bihêne wergirtin çunkî
welatê me gelek yê zengîne bi
av û ax û daristanên xwe û eger
xemeka baş ji vê çendê bihête
wergirtin û piştevaniya cotyarên
me bihête kirin hem dê jîngeha
xwe pêşve bihên û parêzin hem dê
berhemekê mezin bi destve înîn
ku pişkdariyeka baş biket di
dahatê neteweyî da.