Bi tifkirinê em dê çawa bi BDP ê ra giftogoyê biken?
Mihemed Elî Bîrand
Êdî bi wan hisabên kevin yên berê û bi wî şerê ku dibêjît tu ne heqî ez heqim, divêt em destan jê berdin û ew hevdîtinên ku di çiwarçûveya vekirina pirsgirêka kurd li ser bingeha Qendîl û Îmralî rêve diçûn em wan jî danine layekî û berperekê nû û paqij vekin, di nav vî berperê nûda sê fakterên giring hene, ew jî Erdoxan û BDP û Ocalan, eger ev hersê faktere xwe bidin vî karî dişên bi serkevin.
- Divêt hukmet BDPê cidî bigirît
Wesa dihête famkirin ku Enqere stiratîjiyeka nû danaye, eve demeke biryar hatbûn rawestandin û niha jî dixwazin ji nûve despê bikin, lê belê vê carê bi Îmiralî û Qendîlê ra hevdîtinan nakin, ji aliyê siyasî ve ew nêzîkatî zêde bi astingbû ji bo dewletê, ji ber ku ew hevtîtinên dhatin çêkirin dema ku ne li dûv daxwaza PKKê bin, naveroka wan hevdîtinan didan ji derve û ewe hêla ku baweriya Enqere bişkêt, vê nêzkatiyê hêla ku çareserî çêne bît û wesa diyarbû ku hêşta şer divên.
Niha bi rêka BDPê dê dest bi biryaran bihêtekirin lê eve jî mercên wê yên gelekî girîng hene, divêt Erdoxan neçîte ser pedepê ji layekî ve dê wê raket li erdî bidet û ji layekî ve dê giftogoyê li gel biket, ev nêzîkatiyên bi vî şêweyî nabin. Xaleka diya giring ewe ku bi zorê li ser BDPê bihête ferzkirin ku PKKê red biket nabit, em neşên van nêzkatiyan bikin, berovajî divêt em bihêlin ku ew bi rêkên xwe hevdîtinan çêkin ji ber ku eger harîkariya PKKê nebit BDPê jî nîne divêt ev rastiye jî bihête dîtin.
Xala siyemîn ya giring ewe ku hindek caran terzekê req û hişk û hindek caran jî terzekê dî çênabit, divêt li ser terzekî û nêzîkatiyeka nerim rawestin û destan ji van nêzkatiyên req em berdin.
- Divêt BDP-e bo xwe berpirsekê biryarê bibînît
Heta niha hemî pirsgirêk tavêtin ser Îmiralî û Qendîlê û wek layenê giftogoyê û Ocalan didan nîşandan, Selahedîn Demîrtaş û Gulten kişanak di axaftinên xweda bi rengekî aşkira diyar dikin ku bo biryarê amadene, lê bo biryarê daxwaza me ji BDPê ewe ku bi rengekî lez bizavê biken û di nav xwe da xebateka cidî bikin bo pêşêxistin û lezkirina vê qonaxê, bo vê jî divêt bo xwe berpirsekî biryarê bibînin. Divêt ew kesayetiya ku bihête destnîşankirin li despêkê Îmiralî û Qendîl pê bawer bin, ji layekî di nav kurdan û ji layekî di nav turkan det bi rengekî rast nêzik bibit, wê demê dê qonaxa biryarê rehet û baş derbas bibit û her serek dengek jê na derkevit.
Em niha kevtîne di nav qonaxeka gelek hestiyar û giring û divêt em hemî jî harîkarbin û em çend harîkaribin dê hemî berpirsiyarî û barê here giran li ser milê BDPê bît.
- Êdî PKK-ê jî divêt biryarekê bidet
Divêt PKK-ê ji aliyê stiratîjî ve xwe rêk û pêk biket. eger em temaşeyî dewir berû ên xwe biken, êdî çu kesek tekoşîna bi çekan qebûl naket, li Turkiyê jî dema çek dihête bikarînan xwe req diket û rêkên aştiyê dihêne girtin. Ji layê nêvdewletî ve jî tekoşîna bi çekan nahête qebûlkirin û ev çalakiyên bi vî rengî jî wek çalakiyên tîrorî dihêne li qelemdan. Niha ez temaşeyî PKKê dikim li dûv hindek hevpeymanan dicîte Sûriyê û Îranê, bo qonaxa niha eve tiştekî neyê xirabe, ev partî dixwazît çi biket û ji kîj layekî ve dê stiratîjiyekê diyar biket û eve jî dihêlît Enqere bikevîte di nav rewşeka nediyar ve. PKKe jî niha bi tinê temaşeyî rewşa Enqere diket, ku dixwazît dest bi qonaxeka nû biket û PKKe bi wê qonaxa nû yaku Enqere dixwazit despê biket zêde pê nebawere û dibêje em dê sehkenê ka dê çawa bît.
Bi kurtî du kilîl hene, êk di berîka Enqere daye û kilîla dî li çiyayê Qendîlêye û divêt BDPê di nabenê da rola rêkên çareseryê bi xwe ve bibînît.