A/ W. Mizîrî
Biçûktirîn rahênera Yogayê keçeka 6 salî ya Hindî bi navê Şirutî Pêndî ye. Eve mawê du salane ku bikarê fêrkirina Yogayê radibît. Wate divêt li jiyê 4 saliyê destpêkirbît.
Şiyanên vê keça 6 salî, rahênerê 67 saliyê wê diyar kir. Hêrî Çîtan eve 35 sale ku di biyavê Yogayê da rahênerê diket. Dumê ku Şirotî êk ji qutabiyên bû, şiyan, livîn, û rakêşa wê ya hizrî û leşî di jiyê 4 saliyê, rahênerê xo mendehoş kirbû.
Şirotî nuke, pola xo ya rahêneriya Yogayê li demjimêr 5:30 spêdê li gondê Êhansî destpê diket. Qutabiyên Şirotî karmend, bazirgan, mamosta, xodan mal û xanenişînan bixweve digirin ku bi viyaneka zor li pola rahênanan amade dibin.
Ev rahênera biçûk dibêjît, ez hest bi xoşiyê û rezamendiyê dikem demê ku kesên mezin, li dûf fermanên min diçin û bicih dihînin.