Aydin: Min pir mereqkir weke hunermendekê kurd ka çima nabe biçim welatê xwe
Armanc Egîd Nêrweyî
Hunermendê kurdê dûrî welat Aydin eve pitire ji bîst salan dûrî welatî jiyana xwe dibete ser, beriya du salan wî seredana başûrê welatî kiriye, lê li balefirgeha Hewlêrê wî vedgerînine Elmaniyayê. Bo pitir rohinkirin û aşkerakirina dahatiya Aydinî War li Berlînê ev kurte hevpeyivîne amadekir.
Berahiyê Aydinî got: Nêzîkî 16 sitranan min amadekirine, mûzîk û awazên wan hemûyan yên minin, min xwe amadekiriye ku sîdiyekê bi 12 sitranan derdixînim, lê di barê aborî da hindek tengavî hene, ezê lê binêrim pêdiviye Mîr mûzîk û Kom mûzîk derxînin, em hêşta di danûstandinê dane, lê ka wê kengî derxînin aşkira nîne.
Egerên neçûna Aydin bo Kurdistanê çine ji bo war hunermend Aydin weha dibêje "Ez du caran çûm Kurdistanê, carekê ez û hunermend Dîno bûn, herdu caran ez vegerandim "zêdetir got "min pir mereqkir weke hunermendekê kurd ka çima nabe biçim welatê xwe . Aydin bang li hukmeta Kurdistanê dike bila rêya wî Serbest bikin û rê bidenê bila biçe welatê xwe û xizmeta cemawerê hunerê xwe biket.
Aydin wê jî dibêje ku sitran û awazên wî zelal in, tiştekî ku dijî gel û niştîman nahê dîtin li nava berhemê wî da, Aydin xwe bi xemxorê bizava rizgarîxwaziya gelê xwe didane û dibêje: Her kesê hindî misqaleka zêr xizmeta gel kirbe hurmeta min bo heye, ew kes kîbe ne giringe ji bo min, ew di nava kîjan aliyê siyasî dabe xem nake, tenha ji bo doza xwe têbikoşe û himberî welat nemîne.
Ez gelek êşam bi wê bersiva ku başûr da min, li ser wê boyerê min sitranek amadekiriye.