Filmekê kurdî rîkorda wertirtina paştirîn xelatan li Belcîka dişkênît
Pesar Fayêq/ Hewlêr
Derhênerê kurd Sehîm Omer xelîfe bi rêka kurte filmekê xwe yê bi navê "xakê pallewana ", ku heta niha 12 xelatên cîhanî di festîvalên sînemayî da di demê salekê da wergirtîne, karî rîkorda wergirtina zortirîn xelatan li belcîka stand.
Xelîfe bo war ragehand, kurte filmê wî yê bi navê "xakê pallewana "heta niha 12 xelat di festîvalên nêvdewletî yên sînemayî di salekê da bi dest xwe xisitîne, bi vê çendê jî rîkorda wergirtina pitirîn xelatan li welatê Belcîka dişkênît ku ew bi xwe akinciyê vî welatiye û ev filme berhemê Belcîka-herêma Kurdistanê ye.
Ew êk jî diyar kir, li dûmahiya meha borî, kurte filmê wî karî di heftiyekê da du xelatan bi dest xwe bêxt, ew jî di gera 17 ya festîvala kurte filmên Hong kong li bajêrê Hong kong li welatê Çînê ku xelatê baştirîn filim di festîvalê da bi dest xwe xist û di festîvala kurte filmên Sagyonay li welatê keneda, xelatê Rio Tinto Alcan bi dest xwe xist.
Xelîfeyî ew êk jî aşkira kir "dahatê filmê min di van herdu festîvalên cîhanî da, 4000 yoro bûn ".
Kurte filmê "xakê pallewana "rêveberatiya hunerê sînema Hewlêr bi harîkariya hukmeta Belcîka berhemînaye, di meha xizêrana sala 2010ـê da dest bi karê wênegirtina wî hatiye kirin û di meha kanûna êkê ya heman sal da, dûmahî bi karê wênegirtina wî hatiye.
Ev kurte filmê kurdî, behsê cengê di nêvbera herdu welatên Îraq-Îran diket ku bo demê heşt salan berdewam bû û hezaran kes bûne qurbanî.
Derhênerê law Sehîm Omer Xelîfe, xelkê bajêrê Zaxoye, li Belcîka jiyana xwe bi ser dibet, bawernameya masterê di warê derhênanê li Belcîka bi dest xwe înaye û karê derhînanê bo en filman jî kiriye.