Xemxorî di karî da.. Ya xûyaye li dev me hemiyan ku fermanberê
Dahir Silêvaneyî
Ya xûyaye li dev me hemiyan ku fermanberê li kertê mîrî yan kertê taybet kardiket erkek û berpirsiyariyeka mezin ya li ser millên wî, evca çi bi tinê fermanber bît yan jî rêveber û berpirs bît.. Divêt wî erkî bi dilsozî û bi paqijî û yeksanî û dadwerane encam bidet, weku xizmeteka biçûk bo welatê wî û welatiyan, eve jî beramber wî mifayê fermanber werdgirît ji hukmetê bo wê xizmeta ew diket, wek wergirtina mûçeyî û padaştan û wergirtina parçe zeviyan..., çi pê nevêt her mifayekê fermanber werdgirît ne ji ber takê kesiye belku ji ber postê wî ye, anku ew pişk û cihê lê dewamê diket, femanberê xemxor hemî dema yê serbilinde û serfiraze di jiyanê da çinku ewî wijdana xwe beramber xudê û beramber hukmet û fermangeha xwe yê razîkirî, bêguman sîstemê rajê li welatê me li ser binyatekê baş û pêşkeftî hatiye peyrewkirin û danan, derbarê tijîkirina valatiyên li fermangehên mîrî hen û damezirandina welatiyan û dabînkirina mûçeyan û... Gelek caran dema mirov qesta rêveberiyeka mîrî diket, core sistiyek ya hey di karî da li dev hindek fermanberan, wek di reng hatina ser karî û zû berdana dewamê û alozkirina kar û mamelên welatiyan û bi çavekê biçûk sehkirina xelkê û encamdana karî dikete minet li ser serê wî û wergirtina karan bi sivikî, bi dîtina min eve nîşanên fermanbhê fêlbaz û sexteçî û gendelçiye!? Û ev core kes di nav dezgehên me yên mîrî da gelek di mişene û ya bûye êşek û vayrosek û ketiye wijdana wan, daku xwe ji van core saluxetên kirêt û nebaş dûrbêxîn divêt van rênmayan cêbecê biken: -
- Hestkirin bi berpirsyariyê beramber postê mirovî yan ew cihê dewamê lê diken.
- Pêgirî bi demê dewamê û hatina ser karî û çûnê ji dewamê, evca çi dewam li kertê mîrî bît yan li kertê taybet.
- Birêvebirina kar û mamelên welatiyan û bê gîrukirin û encamdana karî bi dilsozî û yeksanî û dadwerî û paqijî.
- Pêşiwaziya xelkê bi şêweyekê ciwan û dêmekê girinjî û axiftinên şirîn û jêhatî û bi vê çendê welatî dê hest bi xweşiyê û bênfirehiyê ket.
- Danana berjewendiya giştî berî her tiştekê dî û xwe dûrkirin ji gendelyê û karên ne yasayî da mafê kesekê dî nehête xwarin.
- Li demê birêvebirina mamelên xelkî nabît mirov bikete minet li ser wî çinku mafê wî ye û erkê meye.
- Berêxudana mamelên xelkî bi hûrî û bi dirustî bêne birêvebirin daku çu şaşî ne kevine têda û da welatî pêve gîronebît.
- Riftara digel xelkê divêt ya baş bît û asankirina karê welatî birêkên yasayî hindî dişiyan dabît û bi vê çendê hemî dam û dezgehên meyên mîrî dê di paqij bin û kar dê bi şêweyekê gelek baş birêveçît û em dê ji her saloxetekê pîs û kirît dûrkevîn û tiştê here giring ewe wijdan û naxê me dê hêmin û razî bît.