Beyanameya 11ـê adarê destkeftekê nayê ji bîr kirin
Ehmed Sadiq Zawîteyî
Li rêkeftî 7\3\1970ـê rêkeftinameya 11ê adarê ya mêjûyî li Bexdaya paytextê Îraqê hate morkirin û li 11ê adarê hate ragehandin, ku ev rêkeftnameye ji layê hukmeta Îraqê û serkirdayetiya Kurdistanîve hatbû girêdan. Bi rastî rêkeftinameya 11ê adarê ya mêjûye di xebat û têkoşîna milletê kurd da, ku hemû miletên Îraqê şadbûn bi vê rêkeftinnameyê, ew jî ku piştî rijêma desthelatdar li Îraqê necarbûyî û çu di destan da nemayî û ji hemû layan ve lawazbûyî û çendîn şikestin dîtîn li ser destên pêşmergê şorşa îlûnê û çendîn dastan hatîne tomarkirin, ku vê rijêmê şiyanên berdewamiya şerî digel şorşa îlûnê nemabûn, evca neçarbû bo girêdana danûstandan digel layenê kurdî, ew jî danpêdan kir bi mafên milletê kurd ku hukmê zatî (otonomî) bihête dan, ew jî ku sê parêzgehـ di çiwarçûveyê vê rêkeftinnameyêda bin, ew jî Hewlêr û Silêmanî û Duhok bûn weku destpêk, herwesa çarenivîsê bajêrê Kerkûkê jî êk ji wan xalên serekî û giring bûn di van dan û standan da, şandê kurdî di van danûstandinan da pêkhatbû ji berêzan, Idrîs Barzanî, Mesud Barzanî, Samî Mehmod Ebdul Rehman, Dara Tewfîq, Dr. Mehmûd Osman ku peyva layenê kurdî ji layê cenabê wî ve hate xwandin, şandê hukmeta Îraqê pêkhatbû ji serok komarê Îraqê Ehmed Hesen El-bekir û cêgirê wî Sedam Husênî, Izet Îbrahîm eldurî endamê serkirdayetiya şorşê, Herdan Ebdulfekar Al-tikrîtî wezîrê berevaniya Îraqê, merem ji vê rêkeftnnameyê ew bû weku me amaje pêdayî ku danpêdan bihêtekirin bi mafên kurdan û dana hukmê zatî (otonomî) ـê, ku ev beyana he hate xwandin ji layê serok komarî (Ehmed Hesen Al-bekir) ve, belê cihê daxêye hukmeta Îraqê pêgîrî bi bend û xalên rêkeftinnameya 11ê adarê nekir, lewa piştî demekê kêm careka dî wê rijêmê xwe li ser piyan girt û berdewamî da şerê digel kurd û serikirdayetiya şorşa îlonê, ew bû hêzên xwe hinartine berokên şerî ku piştgerim bûn bi tang û zirîpoş û firoke û caşan, bi vê çendê, careka dî milletê Îraqê bi giştî êxiste jêr jiyaneka sext û dijwar û bê umêdiyek peydakir li cem xelkê Îraqê, ku evê rijêmê kujmeyekê zorê pareyî terxankiribû bo vê meremê, weku kirîna çek û teqemenyê û tomarkirina çendîn belîkên berevaniya nîştîmanî (afwac aldfa alwetinî) û girêdana çendîn rêkeftinnameyên leşkirî û berevanî û hewalgîrî digel gelek welatan, mîna Rusiyayê û Çînê û welatên derdor careka dî agirê şerî helbû û bo egerê kuştina jimareyeka zor ji herdu layan û kavlkirin û sotina çendîn gundên Kurdistanê û awarekirina bi hezareha xêzanan, ku têda ter û hişik pêkve hatine sotin, ku di vî şerîda zerer û ziyanên mezin gehştine hemû xelkê Îraqê, ku li wî serdemî rijêma desthelatdar bi çendîn kiryarên dijî mirovayetî rabû dijî milletê me yê kurd, ji wanjî, nepêgîrîkirin bi mafên mirovî û girtina siyasetmedarên kurd û peydakirina duberekyê di navbera kurd ereban da û cêbecêkirina dirûşimê siyaseta erdê sotî û bikarînana ne dadperweriya komelayetî di nava civakî da û bilindibûna astê bê kariyê û nemana azadiyê û hindabûna hesta wijdanê û nemana şefafiyetê, herwesa ziyaneka mezin gehande pêkve jiyanê, her di vî çiwarçûveyî da, bajêrê Kerkûkê êk ji wan xalên here giring û nakokdar bûye ku bûye egerê helweşandina vê rêkeftinnameyê, her heman kêşeye ku vê gavê jî rêgire taku niha bûye egerê necêbecêkirina madeyê (140) ـê.
Ya xuyaye ku şorşa îlonê berdewamîda xebata xweya çekdarî heta rêkeftinnameya cezayrê ya xiyanetkarî li 6\3\1975ـê, merem ji vê rêkeftinnameyê vemrandina çirîska şorşa îlolê bûye ku vê çendê sergirt, belê piştî kêmtir ji du salan li ser vê rêkeftinnameyê xetîra çirîska şorşa gulana pêşkevtinxwaz helbû û hate di gurepanêda û dest bi xebata xwe ya çekdarî kir, ew jî li 26/5/1976ـê û berdewam bû taku serhildana buhara sala (1991) ـê û rizgarkirina Kurdistanê ji layê pêşmergeyî û bi piştevaniya hevpeymanan ku bo kurdan devereka aram li herêma Kurdistanê çêkir bi biryareka neteweyên êgirtî, her ew dever jî bûye eger ku em vê gavê xudan perleman û hukmet û herêmeka serbxwe û azadbîn, ji layekê dî ve, eve vedigerît bo xebat û mandîbûn û xwîna şehîdên van herdu şorşan.