Bi korekê çîrok xwandinê û simînarekê li dor dadayîzimê , werzê rewşenbîriyê
War: Sîpan
Di çarçoveyê werzê rewşenbîriyê biharê yê êketiya nivîserên kurd-tayê Duhok de, duhî û li roja pêncşembiya borî, li hola êketiya nivîseran, du bizav û çalakiyên edebî hatine gêran.
Li roja pêncşembiya borî, kurekê çîrok xwandinê bo her sê çîroknivîsan (Îsmaîl Hacanî, Mihsin Ebdulrehman û Sîpan Ebdula) hate gêran, ku têde her yek ji wan, çend çîrokên xwe bo amadebûyan xwandin û li dawiya korî; çend rexne û têbînî ji aliyê nivîseran (Ebdulkerîm Zêbarî, Yasirê Hesenî û Enwer Mihemed Tahir) ve bo çîroknivîsan hatine arastekirin û hejî gotinê ye helbestvan (Beşîr Mizorî) kor birêve dibir.
Her ji çalakiyên êketiya nivîseran, duhî simînarek ji aliyê nivîser (Erşed Hîto) li jêr navê (Dadayîzim û hozana nûxwaza kurdî ) hate pêşkêş kirin, ku di binekoka xwe de, puxteyeke ji nameya masterê ya nivîserê navbirî. Li destpêkê korgêrî gazinde ji kêmiya cemawerê berhevbûy kir û paşî çû di nav babetê xwe de. Di babetî de diyarkir; tiyorên edebî çi rêbazên bê helgirên çi nameyan nedîtîne ji bilî dadayîzimê. herwesa di simînarê de li ser dadayîzmê û mêjûya peydabûna wê rawesitiya û diyarikir ku jyê vê rêbazê bi tinê şeş sal bûn û rêbazeka edebî û hwneriye. Paşî korgêrrî kurtiyek li dor nûxwazyê da çinku dadayîzim bi nûxwazyê ve girêdaye. Paşî li dor dadiyzmê diyarikir ku li sala 1916 giropekê li swîsira dadayîzim damezirand û tiranepêkirin û sivkatî û berelayî kirine binaxeyê karê edebî û tirîstan tizara bavê ruhî yê dadayîzimê ye û vê rêbazî hemû tişt ret dikirin (nifî) û xwe bi xwe jî retdkir. Herwesa diyarkir ku vî giropî çi tişt bi pîrozî nedizanî û dibêjin ku her tiştek çineye (siyaset, ol, huner, welat... htd) hemû çi nînin!
Paşî korgêrî behsê teknîk û binemayên dadayîzimê kir ku ji wana (nivêsîna otumatîkî û hozana bi hevrayî... htd). Paşî li ser piraktîk kirina teknîkên nûxwaziyê li ser hindek nimûneyên hozana nûxwaza kurdî rawestiya û li dawiyê dergehê gêngeşe û danûstandinê vebû. Hejî gotinêye ku simînar ji aliyê nivîser (Nîmetula Hamid Nihêlî) ve dihate birêve birin.