Jin zêrî pitir bo
ciwaniyê yan bo bazirganiyê
bikardînin
Dûvçûn Lawend Ehmed
Her ji kevin were zêr hatiye niyasîn
wek êmintirîn cih bu helgirtina
samanî û li roja reş mifa jê bihête
wergirtin. Dîsan jina kurd jî her
ji kevin were zêr bu ciwaniyê û
zêdebarî wek helgirtiyek bu paşerojê
bi kar înaye, li vê dawiyê kirîna
zêrî bu meremên bazirganî bûye
dabunerîtek di nava jinên kurd da,
bu zanîn û rewşa babetî ev dûvçûne
me encam daye.
Li despêkê mamostayeka keç bi navê
Vejîn Ferhad ku li bazarê zêringira
mijûlî kirîna zêrî bû dibêjît:
Helbet nuke dem hatiye guhorîn û
xelik berev berjewendiyên xwe diçît
û neyê amadeye zêrî bikirît bu
dehwata û bîte bargiranî bu wî û
herdem êk dergehî biqotît ka bidef
min, û hema zêr li mal nebît û bes
xema bixut, nuke zêrî dikirin bu
mifa wergirtinê li paşerojê çi bu
xwe şoqekê bikirît yan tirombêlekê
yan her karekê malê û bizanît ev
mandîbun û parê wê bi herwer neçû û
bizanît çi lê hat.
Vejînê diyarkir û gutjî: Nuke ez
hatîme bazarî bu kirîna ristkekê
raste lîre çêtire û xusaretî kêm li
sere, lê dê ciwaniyê jî pêkem û dê
bîte mal jî û her demê min pêtivî bi
para hebû dişêm bifiroşim û her
heman dem bikeme pare, û bara pitir
jin û keçan zêrî bu vê armancê
dikirin.
Beramber van gutina Çeleng Salih
maltayî xwedanê zêringiriya Siwar
diyarkir: Jina kurd nuke zêrî bu
helgirtinê bikardînît û bi taybet ev
jinên fermanber û bara pitir
heyivane bu xwe lîra çêdiken, çunke
hosa diyar dibît lîre nahête
bikarînan bu ciwaniyê belku dihête
helgirtin bu qeyiranên darayî û
paşerojê.
Çeleng Salih maltayî wîjî gut: Ev
kare dihête kirin piştî zêdebûna
muçên fermanbera û ev dirave bi
kirîna zêrî dihête helgirtin û
herdem dibîte pare û lîre û xosaretî
têda nîne.
Ji aliyekê din (Dr. Salim Al-Hekîm)
taybetmendê nexoşiyên derunî dibêjît:
Jina kurd bi zêrî ve girêdaye ewjî
bu perwerda civakî dizivirît û ew
dibînit paşeroj û mukimkirin û xwe
parastina wê û mafê wê bi zêrî ve
digirêdayine û eger xwedê neket tuşî
qeyiraneka diravî bû digel hevjînê
xwe û bi taybet ev tişte pitir li
cem jinên badînan heye ji jinên
soran û wek çekekî ye xwe pêve
digirît.
Dr. Salim Al-Hekîm ewjî gut: Li dûv
astê aborî û astê rewşenbîrî û ew
jina astê rewşenbîriyê wê yê zêde
bît dê bînî gelek giringiyê na dete
zêrî wek jineka nexwêndewar û eger
jina xwêndewarbît bawername û pila
wê dê pitir şêt xwe pêve girît û
tirsa paşerojê namînit, lewma
giringiyê nadete zêrî û eve eger û
naveroke ka buçî jin gelek heş zêrî
diken.
Ji layê xweve pisporê aborî Dr.
Xelîl Hesen mamostayê zankoya Duhokê
dibêjît: Zêr wek helgirtin yê êmne û
xelkî bawerî pê dihêt, lewra ne tinê
jin belku kompanî û benik jî baweryê
bi zêrî di înin û zêrî dikirin.
Dr. Xelîl zêdetir gut: Zêr li cem
jinan gelek bihayê xwe heye çunkî bi
bihatire ji parey û berdewam bihayê
zêrî berev zêdebunêye û êmntire ji
parey û dibîte binemayek bu paşerojê
ku mifay jê werbigirît û digel evê
helgirtinê jin zêrî bu ciwaniyê
bikardînît.